Sudanî û Biden bi rêya telefonê bihev re axivîn
Koşka Spî ya Emerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîrê Iraqê û serokê Emerîkayê bi rêya telefonê bihevre axivîne. Hat diyarkirin ku Biden piştgiriya xwe ya ji bo alîkarî dayîna Iraqê dubarekiriye û behsa serweriya xaka Iraqê hatiye kirin.
Koşka Spî ya Emerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û serokê Emerîkayê Joe Biden duh bi şev bi rêya telefonê bi hevre axivîne.
Gorî daxuyaniyê behsa bernameya aborî ya hikumeta Iraqê û serweriya xaka Iraqê hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye tê payîn di 8-9’ê Sibatê de şandek Iraqê bi serokatiya Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên serdana Emerîkayê bikin.