Salvegera 9`emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser hate pîrozkirin

10

Salvegera 9ʹemîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê li Hesekê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser destkeftiyeke nîştimanî ye û ji aloziya Sûriyeyê re çareserî ye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera 9ʹemîn a damezirandina xwe, şahiyek li hola Serdem a li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê li dar xist.

Di şahiyê de gelek kes axivîn ji wan hevserokê TEV-DEMʹê Xerebî Hiso jî diyar kir ku armanc ji projeya Rêveberiya Xweser ew e ku çandên li herêmê bighêjin hev. Hiso anî ziman ku Rêveberiya Xweser li Rojhilata Navîn modeleke û ji hemû aloziyan re rêya çareseriyê ye.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.