Brîtanya wê balyozê xwe ji Îranê vekişîne
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê ragihand ku wê Brîtanya bi awayekî demkî balyozê xwe ji Îranê vekişîne û destnîşan kir ku London tedbîrên nû yên bikare li dijî Tehranê bikarbîne guftûgo dike.
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê James Cleverly bi daxuyaniyekê ragihand ku li beramberî bi darvekirina welatiyê Brîtanya-Îranê Elî Reza Ekber ji aliyê Îranê ve, biryare ku bi awayekî demkî Brîtanya balyozê xwe ji Îranê vekişîn.
James Cleverly di dewama axaftina xwe diyar kir ku London ji bo tedbîrên nû yên bikare li dijî Tehranê bikarbîne, guftûgo dike.
Hêjayî gotinê ye ku duh Îranê danê siharê Cîgirê berê yê Wezîrê Parastina Îranê, Elî Reza Ekberî, bi sucê ‘sîxuriya ji bo Brîtanya û tevlîhevkirina asayîşa nîştimanî’ bi darve kir. Ev bûyer bû sedema nerazîbûna Brîtanyayê.