Yekitiya Lîberal a Kurdistanê kiryarên milîs û Îranê yên li Qamişloyê şermezar kirin
Yekitiya Lîberal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê kiryarên milîşên rejîmê û Îranê yên li Qamişloyê şermezar kir û got: “Ji 20-4-2021`ê ve milîsên hikumeta Şamê û dewleta millalî ya Îranê êrişî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlehiya Hundirîn dike, di encamê de endamek şehîd bû û yekî din birîndar bû.
Ev milîsên li taxa Teyî û gundên başûrê bajêr tevlihevî derxistin û li ser niştecihan fidye ferz kir, her wiha welatî revandin û kuştin. Di heman demê de tax û herêmên wê veguherandin cihê firotina narkotîkê û diziya kel û pelan, tevî vê jî Hêzên Ewlehiya Hundirîn(ASAYÎŞ) parastina dike da ku nekeve xefka milîsên qanûnan bin pê dikin ku ji Serhildana Qamişloyê ya 2004`an ve xwedî dîrokeke dûdirêj e. Bi fermana serokê koma xwe yê bi navê Mihemed Faris ku cudahî nexist navbera Ereb, Kurd û Suryaniyan Malên li taxa (Wista) a Qamişlo û navenda bajêr talan kirin.”
Yekitiya Lîberal a Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniyê de kiryarên derqanûnî şermezar kit û bang li Hêzên Ewlehiyê yên Hundirîn kir ku vê taxê ji milîsan paqij bikin, taxê biparêzin û sûcdaran di serî de kujerê şehîd Xalid Hacî û şehîd Hayîs Cerban dadgeh bikin.
2022/4/24
Qamişloyê