Daxuyanî: Lîberal daxwaza qedexekirina balafiran li ezmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike

349

“Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dûrî şerê hundirîn ê di navbera hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de xistin, di heman demê de Rêveberiya Xweser a Demokratîk ava kirin ku hêzên terorîst bi hemû navên wê têk birin ku ji berê ve û heta niha Tirkiyê piştgiriya wan dike, ji van rêxistinan jî Cebhet El-Nusra û çeteyên bi navê “Artêşa Azad”. Ji wê rojê û heta îro dewleta Tirk a faşîzim êrişî herêmên me dike, geh dagir dike û geh jî bi balafirên bêmirov sivîl, zarok û şêxan dikuje.

Mînaka van êrişan jî îro seranserî xeta sînorê di navbera Sûriyê-Tirkiyê de ji Tirbespiyê heta bi Dirbêsiyê û Qamişlo topbaran kir û bi wê re hewl da niştecihên herêmê koçber bike. Her wiha bi balafiran êrişî derdora Nexweşxaneya Jiyan a (COVID-19) kir, gelek sivîl şehîd bûn ji wan şehîd Mihyedîn Qehreman Gulo.

Em Yekitiya Lîberal a Kurdistanê vê bûyera hovane ya dewleta Tirk a dagirker ku hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike, şermezar dikin. Her wiha Koalîsyona Navneteweyî di serî de Amerîka û Rûsya Fedral ku li herêmê garantorên agirbestê ne berpirsên van êrişan dibînin û bang li wan dikin ku destwerdanê bikin. Li aliyekî din jî em bang li civata navneteweyî dikin ku parastina sivîlan bikin û qada hewayî ya herêmê li pêşberî balafirên dewleta Tirk bigirin.

Şehîd namirin

Na ji dagirkeriya Tirk re”

Yekitiya Lîberal a Kurdistanê

2022/8/9

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.