li Qamişlo 33 partiyên siyasî bang li hikumeta Şamê kirin ku Dûrî lihevhatina bi rejîma Tirkiyê re bikeve

94

33 partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hikumeta Şamê kir ku dûrî lihevhatina bi rejîma Tirkiyê re, guh bide daxwazên gelê Sûriyê. Hêzên siyasî piştgiriya xwe bi QSD`ê re nîşan da û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku “qirêjiya dewleta Tirk” rawestîne.

Îro li Navenda Lêkolînên Dîplomatîk a li Qamişloyê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Tê de hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Barsûm û hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê bi zimanên erebî û kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi rola neyînî ya hêzên dijberî gelê Sûriyê û di serî de dewleta Tirk a dagirker hat kirin û hat gotin: “11 sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn, hîna rêgeha çareseriya aştiyane peyda nebûye, ya ku hêviyên gelê Sûriyê yên azadî û demokrasiyê bîne cih. Ev yek encama destwerdana hêzên dijberî hêviyên gelan di vê aloziyê de û bikaranîna hin komên teroîst ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe ye, nexasim rejîma Tirk a faşîst.”

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.