Di lehiya li Bakur de 15 kesan jiyana xwe ji dest da
Hejmara kesên ku li bajarên Riha û Semsûrê di lehiyê da jiyana xwe ji dest da, derket 15’an.
Barana zêde ya duh, li Riha, Semsûr û Meletiyê bû sedema lehiyê. Li Rihayê 13, li Semsûrê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Ji ber barîna baranê li Amed, Mêrdîn bajarên derdorê jî lehî rabû.
Hate zanîn ku li herêma erdhejê heta 5 rojan dê baran bibare.