Endamê Meclisa Rûspiyan a Herêma Cizîrê Hekem Xelo wefat kir

8٬051

Welatparêz, Endamê Meclisa Rûspiyan a Herêma Cizîrê û Serokê Berê yê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo wefat kir.

Hekem Xelo vê sibehê li herêma Cizîrê di encama krîza dil de wefat kir.

Xelo ji gundê Kula yê navçeya Dirbêsiyê ye û sala 1959`an hatiye dinê.

Xelo yek ji damezirênerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê (Herêma Cizîrê ya niha) di 2014`an de ye. Her wiha yekem Hevserokê Meclisa Zagonsaz ê kantonê bû û beşdarî nivîsandina Hevpeymana Civakî ya kantona Cizîrê bibû.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.