WHO: Dibe hêjmara qûrbaniyan zêde bibe

1٬610

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku ji bo xebatên rizgarkirin û alîkariya bi qurbaniyên erdheja li Tirkiye û Suriyeyê re ji Fona Rewşa Awarte 3 milyon dolar veqetandine. Midûrê Giştî yê WHO jî diyar kir ku dibe hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.

Gerînendeyê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyaniyeke çapemeniyê de sersaxiyê ji bo kesên ku ji ber erdhejên li Tirkiyeyê û Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane re xwest û wiha axivî: “Ji bo rizgarkirina mirovan em dixebitin. Pêdiviya mirovan bi stargeh, xwarin, ava paqij, lênihêrîna bijîşkî û karûbarên din ên tenduristiyê heye. WHO ji bo têkoşîna li her du welatan tê kirin, Ji Fona Rewşa Awarte 3 milyon dolar veqetandiye.”

Ghebreyesus diyar kir ku WHO malzemeyên tibbî da her du welatan û alîkariya lênerîna tibbî ya taybet dike. Ghebreyesûs got: “Balefirên ku malzemeyên tibbî û û kîtên travmaya cerrahî tê de ne, wê yek biçe Stenbolê û ya din jî biçe Şamê. Em plansaziya balefira sêyemîn dikin.”

Ghebreyesûs bal kişand ser wê yekê ku ekîbeke bilind jî ji bo kordînekirina mudaxeleyên WHO’yê yên li qadê hatiye şandin û wiha pê de çû: “Li her du welatan jî 77 tîmên tenduristiyê yên neteweyî û 13 tîmên tenduristiyê yên navneteweyî lê dixebitin.”

Midûrê Giştî yê WHO herî dawî diyar kir ku dibe hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.