Di salvegera dagirkirina Efrînê de soza bidawîkirina dagirkeriyê

6٬022

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, meclisên bajar û navçeyên herêmê şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi bîr anîn û doza bilindkirina têkoşênê ji bo bidawîkirina dagirkeriyê li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Efînê 58 rojan berxwedaneke bêhempa hate raberkirin û wiha dom kir: “Dewleta Tirk tevahî cureyên çekên pêşketî û qedexe bi kar anîn. Bi erêkirina Rûsya-Tirkiyeyê û paşguhkirina rejîma Sûriyeyê Efrîn hate dagirkirin. Bi wê re şêniyên wê yên resen koçber bûn û civata navneteweyî li hember sûcên li dijî gelê Efrîn û xwezaya wê bê deng ma.”

SIYASETA QIRKIRINÊ 5 SAL IN DIDOME

Di dewama daxuyaniyê de bal li ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê hat kişandin û ev tişt hatin gotin: “5 sal in di ser dagirkirinê re derbas dibe û hîna siyasetên qirkirinê ji hêla dagirkeriyê û komên terorîst ve li dijî xwecihên herêmê dewam dikin. Her wiha siyasetên guhartina demografîk, avakirina mêtîngehan, talan, kuştin, revandin, dizîna şûnwaran, birîna daran dewam dikin. Ev yek bi armanca rewakirina dagirkeriyê û îmhakirina nîşaneyên bajarê zeytûnan yê dîrokî tê kirin.”

Di daxuyaniya rêveberiyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi rêya komên çete, îtîlafê siyasetên xwe pêk tîne û wiha pê de çû: “Bi karesata erdhejê ya li herêmê û herêmên Efrîn bi taybet Cindirêsê pê bandor bûye, siyasetên sûcên dermirovî hatin eşkerekirin. Çeteyan û dagirkeriyê xwecihên herêmê di bin kavilan de bi mirinê re rû bi rû hiştin, rê nedan ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk alîkariya mexdûran bike. Ev binpêkirin dewama sûcên şer ên ji bo valakirina herêmê ne. Ev karesata erdhejê jî ji bo temamkirina projeyên mêtingeriyê yên bi desteka qeterî û aliyên din hatin bikaranîn.

Herêmên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin veguherîne navendên komên terorîst yên mîna DAIŞ, Cebhet El Nusra û hwd. Her wiha piştî têkbirina wan komên terorîst li ser destê QSD′ê û Koalîsyona Navneteweyî herêmên dagirkirî ji van koman re bûn baregeh. Ew yek bi armanca ku Erdogan erka xwe ya terorkirina li herêmê û cîhanê pêk bîne.”

BERXWEDAN BERDEWAM E

Hat destnîşankirin ku şêniyên li kampên Şehbayê, ruxmî şert û mercên jiyanê yên zehmet û dorpêça hikumeta Şamê jî li hember dagirkeriyê li ber xwe didin. Şênî soz didin ku ew ê heta rizgarkirin Efrîn û vegera ewle ya li warên xwe, têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.

Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê yên ku destanên lehengî û fedakariyê nivîsandin hatin bibîranîn. Her wiha berxwedana gelê Efrînê ya li kampan û herêmên koçberiyê û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştgiriya wan ji Berxwedana Serdemê re hat silavkirin.

Di dewama daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna dijî DAIŞ′ê, rêxistinên navneteweyî û hiqûqî hate kirin ku li hember sûcên dermirovî yên dewleta Tirk, bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin.

ÇARESERÎ BI DAWÎANÎNA DAGIRKERIYÊ DEST PÊ DIKE

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku destpêka çareseriyê li Sûriyeyê, bidawîkirina dagirkeriya Tirk li axa Sûriyeyê û rawestandina sûc û êrişên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Rêveberiya Xweser di dauxyaniya xwe de bang li hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê kir ku li gorî berjewendiya nîştimanî kar bikin ji bo ku dagirkeriya Tirk li Sûriyeyê bi dawî bikin. Rêveberiyê diyar kir ku dagirkirina Efrîn, Ezaz, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî, qutkirina herêmên Sûriyeyê û parçekirina tevna civaka Sûriyeyê ye.

Meclisên bajar, bajarok û navçeyên kantona Qamişlo (Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa û Til Birakê) jî bi beşdarbûna gel heman daxuyanî da.

AMÛDÊ

Endama Rêveberiya Dibistanan li navçeyê Henaa Xalid û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Qada Şehîd Cîhad bi beşdariya şêniyên navçeyê û koçberên Efrînê yên li navçeyê dimînin, daxuyanî xwendin.

QAMIŞLO

Xwendekara Zanîngeha Rojava Rûsêl Ebdulhemîd, endamê Rêveberiya Dibistanan a Qamişlo Xemgîn Yûisf li pêşiya Çerxerêya Nebî Hûrî ya Qamişlo daxuyanî xwend.

ÇILAXA

Endamê PYD`yê Ehmed El Şatî û cîgirê hevserokatiya Meclisa Navçeya Çilaxa Cahîde Hisên Şemo daxuyaniya Meclisa Navçeyê li qada geracê ya navçeyê xwend.

TIRBESPIYÊ

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê Nalîn Temo û endama Kongra Star a navçeyê Ciwana Hesen daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star xwend.

TIL BIRAK

Endamê Meclisa Navçeyê Wenas El Ebdullah û endama Komîteya Çandiniyê ya navçeyê Rozîn Sedûn daxuyanî li pêşiya Çerxerêya Şehîdan xwend.

TIL HEMÎS

Hevserokê PYD`ê li navçeyê Xalib Seedûn li qada Navenda Çandê daxuyanî xwend.

HESEKÊ

Bi beşdariya bi dehan şêniyên û nûnerên partiyan, saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl, daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Navçeya Bakur a bajêr Hîbe Asya hate xwendin.

TIL TEMIR

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd Şêxmûs daxuyanî xwend.

HOL

Li navçeya Holê hevserokê Meclisa Navçeyê Ziyad Hesen daxuyanî xwend.

DÊRIK

Nivîsgehên partiyan bi beşdariya şêniyan û endamên Kongra Star, nûnerên saziyên sivîl ên Dêrikê daxuyaniyek da. Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mehmûd Sefo daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên guhertina demografiyê, siyasetên tirkkirinê, talankirina şûnwaran, dizîna mal û milkên welatiyan, revandin, kuştin, îşkencekirinê yên li Efrînê tên kirin, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku niha ji her demê bêtir, gel bi mafê vegera rewa ya warên xwe bi îsrar e û teqezî bi mezinkirina têkoşînê heta derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji xaka Sûriyeyê hate kirin.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.