Bi boneya 8`ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 20 çalakî

9٬011

Şênî û jin li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8`ê Adarê 20 çalakiyên cuda li dar dixin.

Îro 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Bi vê boneyê jin û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” 20 çalakiyên cuda li dar dixin.

Cih û demên çalakiyan wiha ne:

KANTONA QAMIŞLO

Hemû meş li kantona Qamişlo saet di 12:00`an de dest pê dikin.

Li bajarê Qamişlo meş ji Çerxerêya Siyahî dest pê dike û li Stada 12`ê Adarê bi dawî dibe.

Li navçeya Amûdê, meş ji Qada Şehîd Cîhad dest pê dike û li Çerxerêya Jina Azad bi dawî dibe.

Li navçeya Tirbespiyê meş ji pêşiya navenda Kongra Star dest pê dike û li navenda ciwanan bi dawî dibe.

Li navçeya Çilaxa meş ji Qada Şehîd Masûm dest pê dike û li Çerxerêya Jinan bi dawî dibe.

Li navçeya Girkê Legê meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê dike û li saziya kehrebeyê bi dawî dibe.

Li navçeya Til Koçer meş ji Parka Serok dest pê dike û li sûka navendî bi dawî dibe.

Li navçeya Dêrikê meş ji Qada Azadî dest pê dike û li navenda Kongra Star bi dawî dibe.

Li navçeya Til Hemîsê meş ji pêşiya navenda Kongra Star dest pê dike û li Çerxerêya Gerac bi dawî dibe.

Li navçeya Til Birakê meş ji Çerxerêya Firinê dest pê dike û li çerxerêya Til Birakê bi dawî dibe.

KANTONA HESEKÊ

Li bajarê Hesekê meş saet di 12:00`an de ji pêşiya Mizgefta Xelîl a li taxa Salihiyê dest pê dike û li kolana ku digihêje Taxa Muftî bi dawî dibe.

Li navçeya Şehdadê çalakî saet di 11:00`an de dest pê dike.

Li navçeya Holê çalakî ji pêşiya Navenda Perwerdeyê saet di 11:00`an de dest pê dike.

Li navçeya Dirbêsiyê meş ji pêşiya Parka Şehîd Zevîn saet di 11:00`an de dest pê dike û li navenda Kongra Star bi dawî dibe.

Li navçeya Til Temirê çalakî saet di 12:00`an de li nêzî Çerxerêya Şehîd Qendîl dest pê dike.

Li navçeya Zirganê saet di 11:00`an de mitîng li stada Dilawiye dest pê dike.

REQA

Li Reqayê meş ji Çerxerêya Panoramayê dest pê dike û heta Qada Itfaiyê bi dawî dibe.

TEBQA

Li Tebqayê çalakî li Taxa Yekemîn saet di 11:00`an de dest pê dike.

DÊRAZOR

Li Dêrazorê çalakî li Herêma 7 Kîlo ya li rojavayê Dêrazorê saet di 11:00`an de dest pê dike.

MINBIC

Li Minbicê çalakî li pêşiya Nexweşxaneya Firatê saet di 11:00`an de dest pê dike.

KOBANÊ

Li Kobanê meş li cem daristana Kobanê ya li rojavayê bajêr saet di 11:30`an de dest pê dike û li Qada Jina Azad bi dawî dibe.

HELEB

Li Helebê jî çalakî ji pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya rojavayê taxa Şêxmeqsûd saet di 12:00`an de dest pê dike.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.