​​​​​​​Li Qamişloyê çalakiyên 8`ê Adarê

8٬005

Li kantona Qamişloyê bi minasebeta 8`ê Adarê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

Çalakiyên ku Platforma Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi minasebeta Roja Jinên Kedkar a Cîhanê (8`ê Adarê) dabû destpêkirin, dewam dikin. Çalakî bi dirûşemya “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” tên lidarixstin, di wê çarçoveyê de li kantona Qamişlo gelek semîner, mîhrîcan û pêşangeh hatin lidarxistin.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Qamişlo ji bo danasîna folklora pêkhateyên herêmê, li qada Meclisa Jinan a li taxa Xerbî ya Qamişlo, pêşangehek folklorî li dar xist.

Nûnerên Weqfa Jina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komeleya Civakî ya Ermenî, rêxistin û saziyên jinan ên herêma Cizîrê û şêniyan eleqeyek mezin nîşanî pêşangehê da.

Pêşangeh wê du rojan (5-6`ê Adarê) ji saet 11:00`ê sibehê û heta saet 04:00`an piştî nîvro dewam bike. Pêşangeh di roja yekemîn de li Qamişloyê hat vekirin, wê sibê jî li navçeya Til Hemîsê ji saet 10:00 heta 03:00`an piştî nîvro, berdewam bike.

TIRBESPIYÊ

Kongra Star li navçeyê ji bo mêran semînerek li dar xist. Semîner li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hat lidarxistin û bi dehan endamên saziyên sivîl beşdarê bûn.

Di semînerê de bal li ser girîngiya 8`ê Adarê û bandora wê li ser têkoşîna jinan, hat kişandin.

Endama Kongra Star Gulê Behdê axivî û bal kişand ser dîroka têkoşîan jinan û bûyerên kuştin û tundiya li djiî jinan, her wiha behsa rola pêşeng a jinan di Şoreşa Rojava de.

Piştr li nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rola jinan, girîngiya wê di civakê de, girîngiya rizgarbûna jinan, hate guhdarîkirin.

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeyê jî li dibistana Şehîd Cahîde festîvala cil û berên folklorî yên pêkhateyên li navçeyê (Kurd, Ereb, Suryan) li dar xist.

Bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî festîvalê bûn.

Di festîvalê de endama rêveber a Navenda Perwerdeyê Semîhe Remedan Osman axivî, 8`ê Adarê li jinan pîroz kir û diyar kir ku ew bi rêya festîvalê dixwazin balê bikişînin ser yekitiya pêkhateyên herêmê û reseniya folklore û çanda wan nîşan bidin.

GIRKÊ LEGÊ

Kongra Star li navçeya Girkê Legê jî ji bo danasîna 8`ê Adarê semînerek li dar xist.

Semîner li navenda Sendîkaya Karkeran a bajaroka Rimêlan hat lidarxistin û bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û endamên Kongra Star beşdarê bûn.

Di semînerê de nirxandinên Rêber Ocalan ên der barê girîngiya têkoşîna jinan û bandora wê li ser azadiya civakê, hatin guhdarîkirin.

Endama Kongra Star Kewser Mihemed jî axivî û behsa girîngiya “Şoreşa 8`ê Adarê” kir.

Endama rêveber a Kongra Star Şemale Hisên jî destnîşan kir ku 8`ê Adarê têkoşîna jinan a ji bo bidawîkirina zihniyeta baviksalar, nîşan dide.

DÊRIK

Kongra Star li navçeyê bi semînereke taybet bi mêran, bal kişand ser girîngiya 8`ê Adarê ji bo jinan. Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê hat lidarxistin.

Di semînerê de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê têkoşîna jinan de hatin guhdarîkirin.

TIL HEMÎS

Bi heman armancê li avahiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê semînerek hat lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Til Hemîsê Coze El Hasûd 8`ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku 8`ê Adarê di têkoşîna tevgerên jinan de guhertinên mezin çêbûn.

ANHA

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.