Guterres kêfxweşiya xwe ya serdana herêma Kurdistanê anî ziman

6٬014

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand, budceya federal û mijara petrol û gazê, divê rêkeftin li ser wan were kirin.

Îro pêncşemê 2ê Adara 2023an sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres li Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Ez kêfxweş im ku hatime Herêma Kurdistanê.”

Antonio Guterres diyar kir, budceya federal û mijara petrol û gazê, divê rêkeftin li ser wan were kirin û her wiha divê rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.

Guterres got: “Ez li Iraqê me, tiştê li vî welatî rû dide, ji bo hêviyê çavkanî ye.”

Her wiha destnîşan kir ku ew partiyên siyasî yên herêma Kurdistanê han dide ku îsal hilbijartin were encamdan û got, gihîştina siberojeke geş, pêwîstiya wê bi pêngavên îro heye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres diyar kir, ji bo siberojeke geş, Neteweyên Yekgirtî piştevaniya herêma Kurdistanê dike.

Antonio Guterres got: “Ez kêfxweş im ku li gel serokê herêmê, Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û Seroka Parlamentoya Kurdistanê civiyam.

Her wiha got: “Me li gel rayedarên Iraqê, behsa rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê kir li ser yasaya petrol û gaz û budceyê, her wiha me behsa biryarên Dadgeha Federalî kir, ku divê di berjewendiya hemû gelê Iraqê de be.”

Der barê pêwendiyên dîrokî de yên di navbera Guterres û Herêma Kurdistanê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî dibêje: “Di encama wan karesatên ku bi ser kurdan de hatin, em li gel birêz Celal Talebanî û Birêz Mesûd Barzanî bûn wek heval.”

Guterres destnîşan kir ku divê civaka navdewletî alîkariya Iraq û herêma kurdistanê bike.

Der barê Kampa Holê de ku malbatên çekdarên DAIŞ`ê tê de hatine komkirin û dikeve bakurê rojhilatê Sûriyê, Guterres hişyarî da ku ew kamp bombeyeke li ber teqînê ye.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.