Mela Mistefa Barzanî li ser gora xwe di salvegera 44`emîn de hate bibîranîn

5٬006

Îro 44`emîn salvegera koça dawî ya general û rêberê mezin ê Kurd Mela Mistefa Barzanî yê nemir e. Wî jiyana xwe bi tekoşînê borand û di dirêjahiya sedsalekî de mohra xwe li tekoşîna azadiya gelê kurd xist.

Îro 1ê Adarê, 44`emîn salvegera koça dawî ya rêberê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî ye. Jiyana Mela Mistefa Barzanî bi şer, zindan, koçberî, surgun, wêranî, serkeftin û bi trajediyên mezin ve dagirtî ye. Mela Mistefa Barzanî di dirêjahiya jiyana xwe de ji serhildana kurdên Başûrê Kurdistanê re fermandarî kir û bû generalê pêşmergeyên Komara Kurdistanê li Mehabadê û bûye pêşengê şoreşa kurdan û rêberê rêya serxwebûn û azadiya Kurdistanê.

Mele Mistefa Barzanî kurê şêx Mihemed Barzanî ye, 14`ê Adara sala 1903 li gundê Barzan ji dayîk bûye.

Mela Mistefa Barzanî, di zarokatiya xwe de di nav tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd de mezin dibe. Ew di sê saliya xwe de li gel dayika xwe li Mûsilê di zîndana Osmaniyan de dimîne.

Mela Mistefa Barzanî di sala 1979`an de li nexwaşxaneyekî Amerîkayê koça dawîn kir.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.