Hulusî Akar: 42 hezar sûrî vegeriyan welatê xwe

11

Wezîrê Rêveber ê Tirkîyeyê Hulusî Akar ragihand, derdora 40-42 hezar welatiyên sûriyeyê ku beriya niha hatibûn û li Tirkîyeyê niştecîh bûbûn, bi dilê xwe û bi awayekî ewle vegeriyan welatê xwe.

Wezîrê Rêveber ê Tirkîyeyê Hulusî Akar ragihand, derdora 40-42 hezar welatiyên Sûrîyeyê ku beriya niha hatibûn û li Tirkîyeyê niştecî bûbûn, bi dilê xwe û bi awayekî ewle vegeriyan welatê xwe.

Hulusî Akar li Navenda Hevahengiya Karesatê ya Hatayê diyar kir ku li Hatayê rewş ber bi asayîbûnê ve diçe û got: “Mijara herî girîng lêgerîn û rizgarkirin bû. Derbarê lêgerîn û rizgarkirinê de, çi ji destê karmendên me yên pispor tê kirin, gelek welatiyên me bi saxî ji bin kavilan derxistin.”

Akar got: “Em wek wezaret, çi ji destê me tê, ji kêliya destpêkê ve, me ji welatiyên xwe re pêşkêş kirin û me hewl da birînên wan bipêçin.”

Wezîrê Rêveber ê Tirkiyê herwiha got: “Ji Sûrîyeyê tu koçberî û veguhestin pêk nehatiye. Berevajî wê, derdora 40-42 hezar welatiyên Sûriyeyê ku beriya niha hatibûn û li Tirkîyeyê niştecîh bûbûn, bi dilê xwe û bi awayekî ewle vegeriyan welatê xwe.”

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.