Li Îranê di nava 3 heftiyan de 9 girtiyên Kurd hatine darvekirin

14٬006

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku li Îranê di nava mehekê de 55 kes hatine bi darvekirin û di nava 3 heftiyan de 9 welatiyên Kurd bi tometên cuda hatine bi darvekirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji serê salê ve ji bo belavkirina tirs û xofê li ser welatiyan de, ji bilî 4 xwepêşanderên hatîn darvekirin, zêdetirî 50 kesan ji aliyê desthilata Îranê ve hatine bi darvekirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku di nava 26 rojên destpêkê yên sala 2023’an de 55 kes hatin bi darvekirin ku 37 kes ji wan cezayê bazirganiya madeyên hişber li ser hebûn.

Ji beriya niha Navend û Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê hişyarî dabû ku bi armanca çavtirsandina xwepêşanderan, di nava demê borî de bi tometên madeyên hişber û bi zanebûn kuştinê, darvekirina girtiyan zêde bûye.

Her wiha li gorî bilançoyan di nava 3 heftiyên borî de 9 welatiyên Kurd bi tometa ‘bi zanebûn kuştin û bazirganiya madeyên hişber’ li girtîgehên Îranê hatine bi darvekirin.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.