​​​​​​​‘Dagirkirina Efrînê beşeke plana dagirkirina herêmên Mîsaqî Millî ye’

1٬014

Çalakvanê siyasî Cibraîl Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir ji bo ku Mîsaqî Mîllî pêk bîne, zîhniyeta selefî li kantonê û herêmên din ên dagirkirî ferz bike.

Dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî kantona Efrînê kir ku di encamê de 18`ê Adarê Efrîn dagir kir.

Piştî dagirkirinê, dewleta Tirk a dagirker şêniyên kantonê koçber kirin, li şûna wan malbatên çeteyan ên ji herêmên din ên Sûriyeyê anîne, bi cih kirin. Her wiha çete ji welatên cuda jî anîn.

Dewleta Tirk a dagirker zimanê tirkî, dirava xwe li kantonê ferz kir, navên gundan, qadan û cihên giştî guhertin.

Der barê mijarê de çalakvanê siyasî Cibraîl Misetefa got: “Di 5 salan de, dewleta Tirk siyaseta pêşiyên xwe di dagirkirina herêmên Sûriyeyê de meşand. Destpêkê êriş dike, şêniyan koçber dike, demografiya wê diguhere ji bo civakê ji hev bixe, xwezaya wê talan dike, xêr û berakat û şûnwarên xwe talan û wêran dike heta ku nasnameya wê bi temamî diguhere.”

Mistefa îşaret pê kir ku dagirkirina Efrînê beşeke stratejiya fireh a Tirkiyê ye ku armanc dike herêman li gorî Mîsaqî Millî dagir bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk ji bo ku Mîsaqê Millî pêk bîne, destwerdana Sûriyê ye ku di bendeke wê de tê gotin, sînorên Tirkiyeyê yên nû ji Deryayê Spî li aliyê rojava û heta Kerkûk û Mûsilê li aliyê rojhilat û bi kûrahiya 45 kîlometreyan e ku piraniya herêmên sunnî di nav de ye.”

Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku Mîsaqî Millî pêk bîne, Efrîn dagir kir.

FERZKIRINA ZÎHNIYETA OSMANÎ LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ

Cibraîl Mistefa behsa armancên din ên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Dewleta Tirk armanc dike, hemû pêkhateyên herêmê bi kar bîne nexasim a sunî. Zihniyeta selefî li wan ferz bike. Ev tişt di dibistanên kantonê de eşkere dibe. diyardeya koletiyê mîna serdema osmaniyan biafrîne. Îro jî koletî ji Erdogan re tê kirin bi rêya rakirina wêneyên wî û dirûşmên ku piştgiriya zimanê tirkî û ferzkirina danûstandina bi lîreyê Tirk dikin.”

Mistefa ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk Efrîn û herêmên dagirkirî kirine, navendên terorê û wan ji bo berjewendiyên xwe pêk tîne. Mîna ku berê kiriye dema osmanî piştgirî da artêşa Yenîçerî. Di rastiyê de wê çeteyên serdemê ji sûriyeyiyan li herêmên ku dagir kirine, ava kirin. Şandin Yemenê, Lîbya û Azerbeycanê da ku armancên xwe pêk bîne.”

Cibraîl Mistefa di dawiyê de got: “Dewleta Tirk a dagirker wê ne tenê bakurê Sûriyê dagir bike lê belê armanca wê xewnên xwe yên firehkirina li herêmê û Mîsaqê Millî pêk bîne.”

-ANHA

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.