Ciwanên partiyên siyasî bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li dijî rejîma Îranê destnîşan kir

267

Encûmena Ciwanên Kurd a Rojavayê Kurdistanê kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bi destê desthilata Îranê, bi daxuyaniyekê şermezar kir û bang li ciwanan kir ku piştgiriya serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê bikin.


der barê kuştina jina kurd Jîna Emînî bi destê faşîstên sîstema melalî li Îranê û serhildanên di encamê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de dest pê kirine, Encûmena Ciwanên kurd li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û banga xwedîderketina li serhildana li Rojhilatê Kurdistanê li ciwanan kir.

Daxuyanî wiha ye :

“Ji roja şehadeta jina kurd Jîna Emînî bi destên faşistên sîstema melalî yên Îranê bi guneha kêm baldarbûna bi pîvanên exlaqî bi şêwazekî hovane, ta îro raperîn û serhildan li tevahî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tê jiyîn gelê Îranê bi hemî pêkahateyên xwe yên netewî, olî û mezhebî di bin silogana “Jin Jiyan Azadî” de li dijî sîstema desthilatdar serî hildan.

Rêjima Îranê ya qirker li seranserî Rojhilata Navîn xwedî roleke xirab û metînger e ku em dibînin li Iraq, Sûriyê, Lubnan, Yemen û piranî welatên herêmê li ser bingeha belavkirina Hîlala Şîî mudaxelya van welatan dike çi ji aliyê siyasetê û çi ji aliyê şer û çekdaran ve.

Ev raperîna heyî eger ji tu alîyekî din ve nehate kişandin wê bibe bingeha şikestina sîstema melalî. Gelê Rojhilatê Kurdistanê her tim piştgirya şoreşên herêm Kurdistanê yên dîtir dikir weke Bakur, Başûr û Rojava. Ji xwe jî ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve bi sedan û hezaran ciwanên Rojhilatê Kurdistanê tev li şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûne û gelek ji wan jî gihaştin asta şehadetê û jiyana xwe di oxira welat de dane.

Ji destpêka raperîna Rojhilatê Kurdistanê weke îsbat ji bêçarabûna sîstema Îranê me dît ku çawa û bi çi rengî li pêşiya van xwepeşandanan rawestiyan bi çek û hêzê ta gihaşte asta bomebarankirina Başûrê Kurdistanê û şehîdxistina bi dehan ji gelên me yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, her wiha destdirêjî li ser xwepeşandêran kirin ta asta tecawizkirina jinan jî qaşo bi navê olê û bi destên ew kesên ku bi navê polîsên exlaqî hatine binavkirin, bê exlaqiya herî mezin li dijî xwepêşandêran dikirin.

Em weke Encûmena Ciwanên Kurd a Rojavayê Kurdistanê serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pîroz dikin û piştgirtiya xwe jê re raber dikin û bangewaziya me ji hemû ciwanên Kurdistan û cîhanê re ye ku piştgiriya raperîna keziyên azad bikin ta ku ev raperîn bi şoreşbûnê tacdarî bibe.

Eger hate xwestin jî bi heman şêwazên tevlêbûna ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê em ê weke Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê tev li raperînê bibin.

Em bang li hemî saziyên parastina mafên mirovan û civata navneteweyî dikin ku bi erka xwe yê exlaqî rabin û sînor ji binpêkirinên mafên mirovan li Îranê deynin.

Bi navê Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê em sersaxî ji hemû malbatên şehîdên raperîna keziyên azad re dixwazin û em ê her şopdarê wan bin.”

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.