Yekitiya Lîberal a Kurdistanê li Qamişloyê pêşwaziya şandeyeke PYD`ê kir
Yekitiya Lîberal a Kurdistanê li nivîsgeha xwe ya li Qamişloyê pêşwaziya şandeyeke Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), kir.
Şandeya PYD`ê ji hevserokê partiyê Enwer Muslim, endama têkiliyên dîplomatîk Sema Begdaş û Xelîl Osman pêk hat.
Şandeya PYD`ê ji aliyê Dr û hevserokê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo, endamê Desteya Siyasî ya Lîberal Diyab Temo, berpirsa jinan Hêlîn û berpirsê ciwanên Lîberal Romend Elî ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de her du aliyan behsa rewşa siyasî, aborî, xizmetguzarî, xurtkirin û pêşxistina kar û xebatên hevbeş ên bi armanca pêşxistina Rêveberiya Xweser a Demokratîk. kir
Her wiha her du aliyan behsa avakirina têkiliyên biratiyê yên di navbera Yekitiya Lîberal û PYD`ê kir.